Xalid Ezîz: Bi terorê bersivê nadin
K24 – Navenda Nûçeyan
Sekreterê Giştî yê PDKÎ Xalid Ezîz komara Îranê bi “Sedema ne ewlehiya navçê” tuhmetvar dike û radigihîne “Bersiva peyama Aştî û pêkvejiyanê ya Dr. Qasimlo, bi terorê tê dayîn.”
Sekreterê Giştî yê PDKÎ Xalid Ezîz di merasîma veşartina qurbaniyên teqîna şeva borî ya Koyeyê, ku merasîma Şeva Yekda û jidayikbûna Dr. Qasimlo birêve diçû de ragihand, du peyamên girîng yên wê şevê hebûn, yek ew bû, ku Kurd û Îraniyan bi hev re rûdinin û nexşeya pêşeroja xwe dadirêjin û ji aliyekî din ve salvegera jidayikbûna Dr. Qasimlo bû, ku ligel çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd bû û di vê çarçovê de li Ewropa di dema danûstandinan de hate terrorkirin.
Di dirêjehiya axaftina xwe de Ezîz got: “Dereng yan zû xebat û têkoşîna xelkê rûbirûyî teror û siyaseta têkbirinê ya komara Îranê dibe.”
Daxuyaniyên Sekreterê Giştî yê PDKÎ Xalid Ezîz di demekê de ne, ku Polîtbîroya PDKÎ di daxuyaniyekê de ti alî bi encamdana herdu teqînan tuhmetbar nekir û tenê amaje bi berdewamiya lêkolînan kir.
Ezîzî amaje bi bi wê yekê kir, rêber û gelek kadroyên wan hatine terorkirin, lê em berve terorê naçin, careke din bersiva terorê bi terorê nadin.
Şeva borî demjimêr 22.00 an di dema birêveçûna merasîma Şeva Yelda (Şeva Çela) ku di heman demê de roja jidayikbûna Sekreterê berê yê wê partiyê Dr. Ebdilrehman Qasimlo ye, du teqîn li pêş avahiya Polîtbîroa PDKÎ rû dan, di encamê de 5 Pêşmerge, 2 endamên hêza asayişê û endamekî Yekîtiya Lawan şehîd bûn û 3 kesên din jî birîndar bûn.