PAK’ê êrişa li ser Polîtbîroya PKD-Î’yê şermezar kir

Partiya Azdiya Kurdistanê (PAK) êrişa li ser avahiya Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê - Îran (PDKÎ) rû dabû şermezar kir.

K24 – Diyarbekir

Partiya Azdiya Kurdistanê (PAK) êrişa li ser avahiya Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê - Îran (PDKÎ) rû dabû şermezar kir.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê, li ser her du êrişên ku di encama wan de 5 pêşmergeyên PDKÎ Rojhilat û 2 karmendekî Asayişa Koyê şehîd bûn û 3 jî birîndar bûbûn daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Şeva 20ê Çileya Pêşin a 2016an, li bajarê Koyê ya Başûrê Kurdistanê, 2 teqîn li pêşîya baregeha Mekteb Sîyasî ya HDK Rojhilat çê bûn. Em vê erîşa hovane bi tundî rûreş dikin.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat jî: “Xwedê şehîdan bi rehma xwe şad bike. Bila cîhê wan bihuşt be. Sersaxî, sebir û metanetê ji malbatên şehîdan, ji HDK Rojhilat û ji gelê Kurdistanê re dixwazin.”