HSD ji K24ê re encamên qonaxa duyem aşkere dike

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) encama şerê 10 rojan ji qonaxa duyemîn ji operasyona “Hêrsa ferat” eşkere dike. Herwiha bangawaziyê li nişteciyên deverê dike, da ku ber bi hêrêmên jêr kontrola HSDê ve biçin.
kurdistan24.net

 

K24 – Rojavayê Reqa

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) encama şerê 10 rojan ji qonaxa duyemîn ji operasyona “Hêrsa ferat” eşkere dike. Herwiha bangawaziyê li nişteciyên deverê dike, da ku ber bi hêrêmên jêr kontrola HSDê ve biçin.

HSDê di daxuyaniyeke de derencamên 10 rojên dawiyê ji şerê li dijî çekdarên DAIŞê aşkere kirin, ku hezar 300 k.m çargoşe ber bi aliyê bendava Sewra ve bi dest xistine. Herwiha 96 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 7 dîl jî di destê wan de ne.

Ji aliyekî din ve, deh şervanên HSDê canê xwe ji dest dan û 12 jî birîndar in .

Li gor amadekariyên pêngava Hêrsa Ferat, dê qonaxa dûyem bi kontrolkirina bendava Sewre û qutkirina Reqayê ji gundên rojavayê bajêr bi dawî bibe. Fermandarên beşdar tekez dikin ku, ew rizgarkirina mirovan armanceke sereke ji xwe re dibînin. Herwiha didin zanîn ku ew li gor daxwaz û bengewaziya neşteciyên deverê êrîşî çekdarên DAIŞê dikin.  

Di çend rojên dawî de ji şerê Reqayê, HSD ligel hin hêzên Ereb û bi piştevaniyekê ji aliyê Hevpeymaniya Nevdewletî, nêzî 100 gund û deverên cihên giring ji bin destê DAIŞê derxistin û gihiştin qeraxa çemê Ferat. Herwiha hejmareke mezin ji teqemeniyan jî bi dest xistine.