Bi nêzîkbûna sersala nû bazara elokan geş dibe
K24 – Wan
Ji Sala 2017an re demeke gelek kurt ma. Li bajarê Wanê yê bakurê Kurdistanê, nêzîkbûna sersalê, ji bo hin Kurdistaniyan bûye derfeta kar.
Elok, bi taybetî li welatên Rojavayî ji dîrokê vir ve bûne nîşaneya sersalê. Ev kelepûr li Kurdistanê jî bi cih bûye. Li bajarê Wanê bi vê mebestê wek her sal îsal jî bazara elokan vebû û tevgeriya wê jî her ku diçe zêde dibe. Sersala nû û xwarina goştê elokan ji bo hinekan taybetmendiyek e, lê ew kes jî hene tenê bi firotina wan re mijûl dibin. Ji ber vê jî li Wanê sektora elokan ji hin welatiyan re bûye derfetek.
Li navçeya Elbaqa ser bi Wanê welatiyê bi navê Fettah Teymûr, bi mehan e ji bo sersala nû elokan xwedî dike û bi hêviyeke mezin jî li benda firotina wan e. Teymûr ji K24ê re got: "Me par li Wanê elok bi sed Lîreyî firotibûn, îsal jî dêbijin ku bi sedî ne û buhayên wan nehatine guherandin. Me ji bo xatira serselê anîne ku em sersalê bifiroşin."
Mirov dema berê xwe dide bazara elokan a Wanê jî rewş hema hema weka li navçeyan e. Elok, her çiqas li çar goşeyên cîhanê wek nîşaneya serê salê were zanîn jî, di bazara Wanê de qaz û werdek jî balê dikişînin û bazara wan jî ne kêmî ya elokan e. Lê welatî ji ber ku goştê elelokan bêhtir xweş dibînin bi piranî elokan dikarin.
Welatiyê bi navê Ferzan Demîrtaş jî dibêje: "Elelok pîçekê biha ne. Lê belê goştê wan yê teze pir xweş e. Li gundan tên. Hem ji bo gundiyan dibe alikariyek hem jîî em goştê teze dixwen. Li ber vê yekê em tercih dikin û li gorî goştê marketan xweştir e."
Li herêma Serhedê welatiyên ku abûra xwe bi karê rojane û nanûzikê dibihurîne li gor roj û demên taybet bergiriyên xwe digire û rojên taybet ên wek sersala nû ji wan re riya fersendekê vedikin. Herwiha hem li nevenda bajêr hem jî li navçeyan elok di navbera 70 û 100 Lireyê Tirkî de tên firotin.