Mesrûr Barzanî: Kurdistanî hêjayî ne çarenivîsa wan bi destê wan be

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de, ku bi boneya cejna jidayikbûna H. Îsa arasteyî xelkê Kurdistanê û bi taybetî Xiristiyanên Kurdistan û cîhanê kir, tê de ragihand “Kurdistan hemû cihê pêkvejiyana aştiyane ya ol û ayinzan bûye, di rewşa vê dawiyê ya aloz de jî, hat çespandin ku ti fakterek nikare vê pîkvejiyanê têk bide.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de, ku bi boneya cejna jidayikbûna H. Îsa arasteyî xelkê Kurdistanê û bi taybetî Xiristiyanên Kurdistan û cîhanê kir, tê de ragihand “Kurdistan hemû cihê pêkvejiyana aştiyane ya ol û ayinzan e, di rewşa vê dawiyê ya aloz de jî, hat çespandin ku ti fakterek nikare vê pêkvejiyanê têk bide.”

Herwiha di peyama Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê de hat, di vê demê de, ku navçe di agirê şerê taifî û tundûtûjiyê de dişewite, Kurdistan bûye cihê hemû aliyên nakok, ji ber wê welatiyên Kurdistanê çespandine ku hêjayî wê yekê ne ku welatê xwe bi giyanekî Kurdistanî birêve bibin û çarenivîsa xwe bi destê xwe be û serbixwe berve pêşerojeke geş gavan bavêjin.

Di peşeke din de Mesrûr Barzanî spasiya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê dike, ku di şerê li dijî terorê de bi giyanên xwe tevahiya welatiyên Kurdistanê bi bê cudahî parastine û parêzerên buha û pîrozbahiyên tevahiya ola ayinzan bûne.