Li Reqayê HSD gundê Cabera rojhelat kontirol kirin

HSD ber bi gundê Cabera rojava ve diçin.

K24-Navenda Nûçeyan

Di çarçoveya operasyona rizgarkirina bajarê Reqayê de Hêzên sûriyê yên Demokratîk(HSD)gundê Caber a rojhelat kontirol kir û niha ber bi gundê Cabera rojava ve diçin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê li bakurê Reqayê Hêzên Sûriyê yê Demokratîk(HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî di çarçoveya operasyona “Hêrsa Feratê” de gundê Caber a rojhelat kontirol kirin û niha ber bi gundê Cabera rojava ve diçin.

Ji aliyê xwe ve HSD jî li ser rûpela xwe ya Fêsbookê da zanîn ku, di wê êrîşê de 38 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Di heftiya borî de  qonaxa duyemîn a operasyona Hêrsa Feratê bo rizgarkirina bajarê Reqayê ji aliyê HSD ve hate ragehandin û heta niha çendîn gund û zevî hatine rizgarkirin.