Jiyana Ehmed Tirk di metirsiyê de ye

Têkildarî tendirustiya hevşaredarê DBP'ê yê Mêrdînê Ehmed Tirk parêzerî wî Erdal Kuzu û parlamentera CHP'ê yê Stenbolê Şafak Pavey piştî serlêdana girtîgeha Silîvriyê ragihandin ku, rewşa tendirustiya Ehmed Tirk di metirsî de ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Herwiha ragihandin ewir ketiye li ser çavê wî û demildest pêwîstî bi neştergeriyê heye û her wiha ji ber tengejeya dil, di dilê wî de pîl hene û ji ber ku rojane kontrola dil nake rewşa tendirusitya wî di metirsiyê de

Ehmed Tirk (74 salî) di ji 24 Mijdarê ve li girtîgeha Silvîriyê girtiye, di dilê wî de pîl heye û mehane pêwîstiya wî bi çavdêriya bizîşkî heye.

Hevserokê HDPê Selahetîn Demîrtaş û Fîgen Yuksegdag û 10 parlementerên wê partiyê ligel hejmarek mezin ji Şaredarên Bakurê Kurdistanê, ji wan Ehmet Turk, Gulten Kişanak û Bekir Kaya bi tuhmeta propaganda ji PKKê re di zîndanê de ne.