Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im 2017 bibe sala serxwebûna Kurdistanê
K24 – Navenda Nûçeyan
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de, ku bi boneya hatina sala nû ya zayînî pîrozbahî li kesûkarên şehîd û birîndarên Pêşmerge û welatiyên Kurdistanê kir û hêvî xwast ku sala 2017an bibe sala serxwebûna Kurdistanê.
Deqa peyama Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wiha ye:
Bi minasebeta hatina sersala nû ya zayînî pîrozbayiyên xwe yên gerim pêşkêşî kesûkarên serfiraz yên şehîdan, birîndaran û pêşmergeyên qehreman û tevahiya welatiyên Kurdistan û cîhanê dikim û vê minasebeta han jî bi derfet dizanim ku careke din ji ber berxwedana xelkê Kurdistanê ya li hember ew alozî û qirîzên ku hebûn spasiya xelkê Kurdistanê bikim.
Her çend saleke tîjî ji qurbanîdan û dijwariya jiyanê derbas kir hevdem saleke têjî ji serkeftinên mezin bû bo hêzên pêşmerge û hêzên hevpeymanan di şerê dijî terorîstên DIŞI de.
Bi sêya hêza leheng ya pêşmerge û berxwedan û qehremaniya xelkê Kurdistanê li benda pêşerojeke geş bo gel û welatê xwene.
Hêvî dikim sala nû sala serkeftin bi ser tevahiya qirîz, alozî, dijminan û herwiha sala serbixweyiya Kurdistanê be.
Careke din sala nû li tevahiya aliyan pîroz be, hêvî dikim sala nû sala xweşî û kameranî be bo Kurdistaniyên hêja û birûmet.
Birayê we
Mesrûr Barzanî
31.12.2016