HSD bajarokê Mehmedlî kontrol dike

Hêzên Sûryeya Demokratîk (HSD) bajarokê Mehmedlî ya 65 k.m li rojavayê Reqayê ji çekdarên DAIŞê kontrol kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûryeya Demokratîk (HSD) bajarokê Mehmedlî ya 65 k.m li rojavayê Reqayê ji çekdarên DAIŞê kontrol kir.

Odeya Operasyona Hêrsa Feratê ya HSDê ji peyamnêrê K24ê Ridwan Bêzar re ragihand ku, şervanên HSDê karîn bajarokê Mehmedlî ji çekdarên DAIŞê rizgar bikin û niha hêzên wan dest bi pakirina wî bajarokî kirine.

Peyamnêrê K24ê diyar kir, di hefetyekê de ji qonaxa duyem ya operasyona Hêrsa Feratê de karîne 266 çekdarên DAIŞê bikujin, termê 40 çekdarî di destê wan de ne û 6 çekdar jî dîl ketine destê wan. herwiha 17 otombîlên bombebarkirî teqndine û 12 otombîlên leşkerî jî rûxandine.

Herwiha hat ragihand HSDê ji bajarokê Til El-Semin berve başûr ve bi 6 k.m bi pêş ve çûne.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) roja 10 Berçile 2016an destpêkirina qonaxa duyem a operasyona Reqayê “Hêrsa Feratê” ragihand, li gor HSDê armanca vê qonaxê rizgarkirina gund û bajarokê rojavayê Reqayê ye.