PDK derbarê guftûgoyên bi aliyên siyasî re dicive
K24 – Navenda Nûçeyan
Civîna Encûmena Serkirdeyatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) îro li Hewlêrê dest pê kir, li gor zanyariyan tewera sereke ya civînê guftûgokirina raporta Polîtbîroya PDKê ya ji bo guftûgoyê ligel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ye.
Peyamnêrê K24ê ragihand, berî bîstekê Encûmena Serkirdeyatiya PDKê bi serokatiya Serokê PDKê Mesûd Barzanî dest pê kir. Li gor zanyariyên K24ê jî, biryar e di civînê tevî danana bernameya karê PDKê ji sala 2017an, raporta Polîtbîroya PDKê ligel aliyên siyasî were pêşkêşkirin.
Yekem civîna Encûmena Serkirdeyatiya PDKê di sala nû de piştî wê yekê tê, ku şandeke Polîtbîroya wê partiyê serdana aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kiribû û di bin ronahiya peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya derbarê çawaniya çareserkirina pirsgirêkên siyasî bi aliyên siyasî re civiya bû û bêyî ku bigihine rêkeftinekê.
Girîngtirîn civîna şanda Polîtbîroya PDKê bi Tevgera Goranê bû, ku piştî zêdetirî salekê ji qutbûnê hatibû. Di yekem civîna herdu aliyan jî girêkên siyasî hatin vekirin, ku ji ber nêrînên cuda yên di navbera herdu aliyan krîza siyasî ya Herêma Kurdistanê çê bûbû.
Ev civîna PDKê piştî çend roja ji civîna herdu Polîtbîroyên PDK û YNKê tê, ku di astekî bilind de birêve çûbû û daxuyaniyeke hevbeş derbarê civînê de bo raya giştî hatibû belavkirin.
Berî civînê jî Cîgirê Yekem yê Sekreterê YNKê Kusret Resûl Elî ku beşdarî civînê jî bûbû destpêşxeriyek bo çawaniya çareserkirina pirsgirêkên herêmê pêşkêş kiribû û serkirdeyatiya YNKê ew bi projeya YNKê binav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê roja 20 Mijdara borî peyamek arasteyî aliyên siyasî yên herêmê kiribû, tê de daxwaz ji aliyên siyasî kiribû ku bo çareserkirina pirsgirêkên navweyî guftûgo bikin, herwiha daxwaz kiribû jî derbarê guhartinên di serokatî, parlemento û Hikûmeta Kurdistanê de jî guftûgoyê bikin.