Yildirim heşyarî da parlamenterên AK Partiyê

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim heşyarî da parlamenterên AK Partî ku derbarê hilbijartinên pêşwext û pêşbîniyên referandûmê de nêrînên xwe nebêjin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim heşyarî da parlamenterên AK Partî ku derbarê hilbijartinên pêşwext û pêşbîniyên referandûmê de nêrînên xwe nebêjin.

Yildirim, di navenda partiyê de bi parlamenterên AK Partî re hat ba hev û got, daxuyaniyên ser hilbijartinên pêşwext yên dijbereyê ne û divê parlamenterên AK Partî nekevin li pey van gotinan.

Yildirim da zanîn, pêşbîniyên derbarê encamên referandûmê de jî, di be ku lawazî bi xwe re bîne û ji parlamenteran xwest xwe ji tiştên wiha dûr bigrin.

Herwiha Yildirim got, di sîstema Serokomarî de ji ber ku wezîr ji kesên derveyî parlamentoyê tên erkdarkirin, dê endamên MHPê jî wek wezîr bên erkdarkirin.