Ji bo azadkirina Ehmed Tirk kampanyaya wajoyê

Li Tirkiyê gelek hûnermend, rewşenbîr û nivîskar jî di nav de 142 kesên navdar ji bo serbest berdana Hevserokê Şaredariya Mêrdînê Ehmed Tirk kampanyayeke wajoyê dan destpêkirin. Parêzerên wê ragihandin ku di gel ku ew li hêviya serbest berdana wî bûn lê şûna vê yekê veguhestina wî bo Xarpetê neheqî û eziyeteke mezin e.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Li Tirkiyê gelek hûnermend, rewşenbîr û nivîskar jî di nav de 142 kesên navdar ji bo serbest berdana Hevserokê Şaredariya Mêrdînê Ehmed Tirk kampanyayeke wajoyê dan destpêkirin. Parêzerên wê ragihandin ku di gel ku ew li hêviya serbest berdana wî bûn lê şûna vê yekê veguhestina wî bo Xarpetê neheqî û eziyeteke mezin e.

Hevserokê Şaredariya Mêrdînê Ehmed Tirk ji 24ê Mijdarê ve ye girtî ye û ji bo ku serbest were berdan li Tirkiyê kampanyayeke wajoyê hate destpêkirin. Gelek hûnermend, rewşenbîr û nivîskar jî di nav de 142 kesên navdar ji bo serbest berdana Ehmed Tirk ev kampanyayê wajo kirin. Di civînê de hat ragihandin ku Ehmed Tirk 75 salî ye û rewşa tendisrûstiya wî jî her ku diçe xerabtir dibe.

Kampanyaya wajoyê li Stenbolê bi rêya civîneke çapemeniyê hate ragihandin. Piştî civînê parêzerên Ehmed Tirk pirsên Kurdistan 24ê bersivandin û gotin: ew li hêviya serbest berdana wî bûn, lê di gel vê yekê bi veguhestina wî bo Xarpetê gelekî şaşwaz in.

Parêzera Ehmed Tirk Zeynep Ceren Boztoprak ji K24ê re axivî û got: “Rewşa Tendirûstiya Birêz Ehmed Tirk bo girtîgehê ne guncawe. Ya rast em li hêvî bûn ku serbest were berdan. Ji vir çend caran bo nexweşxaneyê hate veguhestin. Hemû tetkîkên wî hatin kirin. Dozgeriyê xwest ku derbarê tendirûstiya wî de raporta lijneyê were amadekirin. Piştre jî me bihîst ku ew veguhestine bo XarpetêEm dibêjin ev êdî derveyî keyfîyetê, ezîyeteke.”

Siyasetmedarê berê Ercan Karakaş jî di civîna çapemeniyê de bal kişand ser tendirûstiya Ehmed Tirk û got divê Ehmed Tirk bi awayekî serbest were darizandin.

Parlamenterê Berê Ercan Karakaş jî got: “Rewşa tendiristiya Ehmed Tirk krîtîk e. Xwedê neke dibe ku tiştên xerab pêk werin. Ne pêkane ku mirov fêm bike bê ka çima nehatiye serbest berdan. Veguhestina wî bo Xarpetê jî biryarekî ecêb e. Li vê derê hem hiquq tê bin pê kirin û hem jî bi jiyana mirovekî tê lîstin.”

Karakaş amaje pê kir ku, Ehmed Tirk derbarê pirsgirêka Kurd de berpirsyariyeke mezin hilgirtiye ser milên xwe û her tim li gor rê û rêbazên demokratîk û bo dîyalogê tevgeriyaye; herwiha pêdiviya Tirkiyê bi Ehmed Tirk heye û divê di zûtirîn dem de serbest were berdan.