PAK: Ala Mahabadê li Başûr pêl dide

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi salvegera 71'emîn a damezirandina Komara Mahabadê li Diyarbekrê konferansek bi navê “Ala Mahabadê li Hewlêrê pêl dide” lidar xist. Di konferansê de Serokê PAKê Mustafa Ozçelik axaftinek kir.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi salvegera 71'emîn a damezirandina Komara Mahabadê li Diyarbekrê konferansek bi navê “Ala Mahabadê li Hewlêrê pêl dide” lidar xist. Di konferansê de Serokê PAKê Mustafa Ozçelik axaftinek kir.

Di axaftina xwe de Mustafa Ozçelik diyar kir ku “Ruhê Mahabadê li Başûrê Kurdistanê dijî. Ala Komara Kurdistanê ya Mahabadê niha li Hewlêrê pêl dide. Ew pêvajo bi serkeftinên Başûrê Kurdistanê didome.”

Ozçelik got jî: “Niha li Davos Serokê Kurdistanê li gel serok û rêberên din ên cîhanî re cîh digire. Prosesa dewletbûna Kurdistanê di dinyayê de xwedî piştgirî ye.”

Herwiha Ozçelik di berdewamiya axaftina xwe de got: “Li Rojhilatê welatê me jî, doza neteweyî bi yekgirtina hêzên neteweyî yên Kurd ve derbas dibe. Yekîtî giringtirîn pirsa li pêş Kurdan e. Em damezger, rêvebîr û têkoşerên Komara Kurdistanê, Pêşewa Qadi Mihemed, Mela Mistafa Barzanî yê Nemir bi rêz bibîr tînin.”

Komara Kurdistanê, di 22'yê Çileya 1946'an de bi piştgiriya Yekîtiya Soviyetan hatibû damezirandin. Piştî nakokî û vekişîna Yekîtiya Soviyetan ku di 9'ê Gulana 1946'an xwe ji axa Iraqê vekişandin, di 27'ê Berçile 1946'an de Artêşa Îranê Mahabad dagir kir û dawî li Komara Mahabadê ya Kurdistanê anî. 3 meh piştî hilweşîna Komara Mahabadê, di 31'ê Adara 1947'an de Serokê Komara Kurdistanê ya Mahabadê Qazî Mihemed, li Qada Çarçirayê hat darvekirin.