Ji bo referandûmê, partî helwesta xwe diyar dikin

Pêşniyara Ak Partiyê ya guhertina Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê, bi piştgiriya Partiya Bizava Nijadî MHP'ê ji parlementoyê ji bo referandûmê derbas bû. Di derbarê vê referandûmê de ku dê di rewşa awarte de were lidarxistin, li Bakurê Kurdistanê partî jî hêdî hêdî helwesta xwe diyar dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Pêşniyara Ak Partiyê ya guhertina Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê, bi piştgiriya Partiya Bizava Nijadî MHP'ê ji parlementoyê ji bo referandûmê derbas bû. Di derbarê vê referandûmê de ku dê di rewşa awarte de were lidarxistin, li Bakurê Kurdistanê partî jî hêdî hêdî helwesta xwe diyar dikin.

Partiya Komarî ya Gel CHP'ê rengê xwe wekî "nexêr" diyar dike. Rêveberê CHP'ê yê Diyarbekirê Selîm Fîdanci amaje dike ku partiya wan ji bo ku dengê "nexêr" bi ser bikeve dê li Bakurê Kurdistanê xebateke xurt bimeşînin.

Fîdanci ji K24ê re wiha axivî: "Em ê kolan bi kolan û derî bi derî bigerin û ji xelkê xwe re xirabiyên vê guhertinê bibêjin. Me ji serî de gotiye em ê bêjin na. Jixwe di rewşa awarte de ev referandûm tê lidarxistin. Ev yek dide xuyakirin ku dê pêvajoya bangeşiya referandûmê jî ne demokratîk be."

Yek ji partiyên Bakurê Kurdistanê ku helwesta wê tê mereqkirin jî Partiya Doza Azad (Huda Par) e, ku di mîtîngên li dijî hewila derbeya leşkerî ya di 15'ê Tirmehê de piştgiriyek xurt dabû Ak partiyê. Partiya Doza Azad Huda Par hîn biryara xwe ya dawî di derbarê rengê dengê xwe yê referandûmê nedaye. Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad Huda Parê Zekeriya Yapicioglû jî di derbarê pêvajoya referandûmê de dibêje ku ew ê li gorî berjewendiyên xelkê xwe, biryara rengê dengê xwe bidin û rewşa awarte jî zêde girîng nabînin.

Yapicioglû got: "Me hîn biryara xwe nedaye bo rengê dengê me. Ji ber rewşa awarte jî ji ber ku zivistan e, ji xwe wê bi giranî li ser medyayê bangeşî bimeşin. Ji ber vê yekê ez bawer nakim ku rewşa awarte gelek bibe astengî li pêşiya bangeşiyê."

Partiya Komarî ya Gel CHP, di wê baweriyê de ye ku boykotkirina referandûmê û dengê "erê" heman tişt e. Lê Partiya Doza Azad Huda Par jî dide zanîn ku boykot jî ji bo wan di nav alternatîfan de ye.