Li Babê leşkerekî din yê Tirk hate kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Babê ya Sûriyê leşkerekî Tirkiyê hate kuştin 4 leşker jî birîndar bûn.
Di çarçoveya operasyona Mertala Ferêt de, îro navbera çekdarên DAIŞê û leşkerên Tirkiyê de şer derket. Di encamê de leşkerekî Tirkiyeyê canê xwe ji dest da 4 leşker jî birîndar bûn.
Leşkerên bîrîndar bo nexweşxaneyê hatin rakirin.
Arteşa Tirkiyê ji 24ê Tebaxa 2015an ve ketiye nav Sûriyê û heta 66 leşkerên Tirkiyeyê canê xwe ji dest dane.