Li Babê di êrîşên Tirkiyê de 45 sivîl hatin kuştin

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, di 2 rojan de 45 kesên sivîl hatine kuştin li bajarê Babê hatine kuştin û heta niha praniya bajêr jî di destê DAIŞê de ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, di 2 rojan de 45 kesên sivîl hatine kuştin li bajarê Babê hatine kuştin û heta niha piraniya bajêr jî di destê DAIŞê de ye.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan aşkere kir, bi mebesta bilez kontrolkirna bajarê Babê, artêşa Tirkiyê êrîşîn xwe li ser bajarê Babê tund kiriye, ku di du rojên borî de 45 kesên sivîl hatine kuştin, ji nava wan jî 18 zarok hene.

Rewangehê aşkere kir jî, ku di êrîşên 11 rojên borî yên artêşa Tirkiyê de 113 kesên sivîl li bajarê Babê hatine kuştin, ku ji nava wan 34 zarok in.

Tevî ku berpirsên Tirkiyê di daxuyaniyên xwe de dibêjin ku piraniya bajarê Babê kontrol kirine, lê berûvajî vê yekê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan tekez dike,  piraniya Babê di destê DAIŞê de ye.

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim roja 14 vê mehê got, grûpên opozîsyonê bi piştevaniya artêşa Tirkiyê piraniya bajarê Babê kontrol kirine.

Bajarokê babê 30 k.m dûrî sînorê Tirkiyê ye, bi armanca ferekirina rûbera kontrola xwe di Sûriyê de û rêgirtin li ber HSDê, artêşa Tirkiyê di roja 24 Tebaxa borî dest bi operasyona Mertala Ferêt kir.