Piştî Babê amadekariya Tirkiyê bo Minbic û Reqayê
K24 – Enqere
Piştî ku operasyona El Babê çû serî û xebatên paqijkirinê destpêkirin niha jî Tirkiye amadekariya operasyona bo Minbîç û Reqqayê dike. Tirkiyê ev daxwaza xwe ragihande Amerîkayê jî. Li gorî daxwaza Tirkiyê divê Minbîç ji PYDê bê şûştin û rola YPG ya di operasyona Raqqayê de bê kêmkirin. Gelo ev yek mimkûn e? Pisporên li Tirkiyê ev babeta krîtîk nirxand.
Li Tirkiyê amadekariyên operasyona Reqayê di qonaxeke krîtîk de ye. Hevdîtinên Tirkiyê yên bi Amerîkayê re hîna encam nedaye ku ev operasyon gelo wê digel Tirkiyê an bi beşdariya YPGê dest pê bike. Her çiqas Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di her daxuyaniya xwe de bibejê; "divê Amerîka ne bi YPG bi Tirkiyê re plansaziya operasyona Reqayê bike" jî, bi boçûna pisporan ev yek ne wisa hêsan e.
Li gorî pisporê Rojhilata Navîn Dunya Başol heta niha Amerîkayê kedeke mezin daye YPGê û wê devjê jî bernede. Başol diyar kir ku mebesta Tirkiyê ya operasyona hevpar bo Reqayê ku dixwaze digel hêzên hevpeyman pêk bîne jî, paqijkirina HSDê ye ji Tel-Ebyadê. Biboçûna Başol demek dirêj e Tirkiye gelek hêzên xwe li beramberî vê herêmê cîbicikirine ji bo operasyonekê. Başol got; Tirkiye armanç dike ku Amerîkayê serwext bike bo operasyona Reqqayê ya di ser Tel-Ebyadê re ku parçekirina kantonan jî di nava xwe de dihewîne.
Başol wiha jî ji K24ê re anî ziman: "Tirkiye ji Amerîkayê re dibêje di şûna HSDê de hûn dikarin bi me re vê operasyonê bikin. Ne mimkûne û nikare ragire Artêşa Tirkiyê digel wan kêmasiyên xwe yên lojîstîkî ku karibe ji El Babê lêxê û 170 kîlometreyî di ser gola Tabkayê re xwe bigihîne Reqqayê. Hîna di kurahiya 30 kîlometreyî de ji wan kêşeyên ku rû didin jî diyar e, ne mimkûne ku di wê qada 170 kîlometreyî de ku ji aliyê Esad, HSD û DAIŞê ve hatiye dorpêçkirin ve vê plana xwe bibe serî."
Bi boçûna piporê Ewlehiyê û Rojhilata Navîn Abdullah Agar Reqa her ji aliyê kê ve bê xistin wê ev serkeftin ji aliyê berjewendî, nemirî û armancan ve xizmeta wê bike. Lê azadkirina Reqayê gelek zor e. Agar dibêje; çawa ku ji Misûl û El Babê jî diyar e motîvasyona DAIŞê gelekî bilinde û wê DAIŞ hemû ezmûn û serboriyên xwe yên ku bi salan in dane ser hev wê li vê derê karîger bike. Li gorî Agar, yek ji awantaja DAIŞê ya herî mezin jî ew çêkên konvansîyonel in ku ji artêşa Iraq û Sûriyê bi dest xistibû. Agar derbarê operasyona Reqqayê de bal kişande ser helwesta Amerîkayê û danûstandinên wê yên bi Tirkiyê re.
Agar dibêje: "Ger Amerîka bizanibe wê li Reqqayê bi piştevaniya YPG û PKKê ku ew dibêje HSD bi ser bikeve careke tenê jî li deriye Tirkiyê naxe û serdanan pêk nayîne. Amrîka dizane ku bi tiştekî çawa re rû bir û ye. Ew senaryoyên ku Tirkiyê û YPGê di rexekî de dide nîşan jî gelek kêmînan dihewîne."
Wê çawa bê paqijkirin ji Reqayê DAIŞa ku hebûna wê veguhêziyê aloziyeke awarte, ku ji sedî 65ê Sûriyê ji sedî 40ê Iraqê jî di demeke kurt de bi dest xistibû; di Hezîrana sala 2014an de bi dagirkirina Misûlê re cara yekem xwe nîşanî cîhanê dabû? Li gorî pisporan heta niha hem peşmerge hem jî Kurdên li Rojava berdêleke mezin dane di têkoşîna li DAÎŞê de. Lê wê hê jî ev berdêl bêne dayîn. Di operasyona Reqqayê de ew tiştê ku niha nayê zanîn bê wê vê carê ev berdêl ji aliyê kê ve bêne dayîn.