HSD Bîlançoya şerê Reqa û Dêrezorê radigihîne

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Bîlançoya 7 rojan ji şerê li dijî DAIŞê ya gava duyemîn ji qonaxa sêyemîn ji operasyona Hêrsa Ferêt ragihand, di van 7 rojan de HSD karîn rûbereke fereh ji xaka parêzgeha Dêrazorê kontrol bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevka Fermî ya Operasyon Hêrsa Ferêt Cîhan Şêx Ehmed di konferanseke rojnamevanî de ragihand, di hefteyekê de karîn rûbereke fereh bi qasî yek hezar û 762 k.m çargoşe ji parêzgeha Reqa û Dêrezorê kontrol bikin.

Herwiha Cîhan Şêx Ehmed da zanîn, 60 û 147 baxçe ji parêzgeha Reqayê û 46 gund û 19 bexçan li parêzgeha Dêrezorê kontrol kirin.

HSDê hejmara kuştiyên DAIŞê di hefteyekê de rabihand, 172 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 8 çekdarên din yên DAIŞê bi dîlî ketine destê wan.

Cîhan Şêx Ehmed aşkere kir jî, 2 kargehên amadekirina otombîlên bombebarkirî, komgeheke çekan, 9 otombîlên bombebarkirî, 6 otombîlên leşkerî, 2 motorcycle, 2 otombîlên Doşka lê siwarkirî, 2 topxane û 3 firokeyên biçûk yên çavdêriyê hatin rûxandin. 30 kalashnikov, 111 cerçûr û 3 hezar gule hatin desteserkirin.

Hêza Sûriyeya Demikratîk (HSD) ku di qonaxa yekem de bakurê Reqayê kontrol kir, di qonaxa duyem de bo kontrolkirina rojavayê bajêr birêve bir, roja 4 Sibata 2017an jî dest bi qonaxa sêyem ya kontrolkirina rojhilatê bajarê Reqayê kir.