Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê kuştina serkirdeyekî DAIŞê piştrast dike

Rêveberiya Dijeterorê ya ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê kuştina berpirsê DAIŞê Deham Casim Ubeydî û şarezayê çêkirina bombeyan Faris Hesen piştrast dike.

K24 – Navenda Nûçsyan

Rêveberiya Dijeterorê ya ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê kuştina berpirsê DAIŞê Deham Casim Ubeydî û şarezayê çêkirina bombeyan Faris Hesen piştrast dike.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di tiwîtekê de ragihand “Deham Casim Ubeydî di encama bombebarankirina firokeyên şer yên Hevpeymanan de roja 24 Sibarê hate kuştin.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê diyar dike, ku Ubeydî bi navê Ebû Sadûn naskirî ye û berpirsekî bilind yê DAIŞê li parêzgeha Neynewayê bû.

Ji aliyekî din ve, Hêza Taybet ya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê planeke teroristî li rojavayê Kerkûkî pûç kir û plansaz Izedîn Cuma Casim jî desteser kir.

Herwiha Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, çendîn bombe û teqemenî li gundê Bacon û Meşrefe li rojavayê Kerkûkê hatin desteserkirin, ku bo encamdana êrîşan veşartibûn.