Tirkiye binkeyeke serbazî li Babê ava dike

Artêşa Tirkiyê binkeyeke serbazî ya demkî li navçeyeke stratîjîk li nêzîkî Babê ava dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê binkeyeke serbazî ya demkî li navçeyeke stratîjîk li nêzîkî Babê ava dike.

Li gor rojnameya “Hurriyet” a Tirkî ku ji jêderekî serbazî yê Tirkî veguhistiye, ew binke li ser girekî li bakurê Babê hate avakirin, ji bo bicihkirina otombîlên leşkerî û çakirina wan.

Berî niha jî hkumeta Sûriyê gotibû, ku Tirkye bingeheke serbazî li gundê Çitrarê yê bakurê bajarkê Til Rifatê heye.

grûpên opozîsyona Sûriyê û bi piştevaniya Tirkiyê kontrolkirina bajarê Babê ragihandin.

Duh jî, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand, ew ê piştî Babê bikevin Minbicê. Divê Amerîka pabendê soza xwe be û YPG vekişe rojhilatê çemê Ferêt. Ew rê nadin YPG li Minbicê bimîne.

Li got Sererkaniya Tirkiyê, di çarçoveya operasyona Mertala Ferêt yan ku di 24 Tebaxa 2016an ve li bakurê Sûriyê dest pê kiriye, 2 hezar û 225 k.m hatiye kontrolkirin.