Derwîş: Mertala Ferêt û DAIŞê êrîşî Minbicê dikin

Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê ragihand, îro bajarê Minbicê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên DAIŞê ve hate topbarankirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê ragihand, îro bajarê Minbicê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên DAIŞê ve hate topbarankirin.

Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ji K24ê re ragihand û got: “Îro danê nîvro, çekdarên DAIŞê ji aliyê başûrê bajêr ve êrîş Minbicê kir û niha li gundê Meslehê şer û pevçûn berdewam in û termê 5 çekdarên DAIŞê ketine destê me.”

Derwîş got jî, di heman demê de û ji aliyê rojavayê Minbicê ve artêşa Tirkiyê û grûpên Mertala Ferêt êrîşî gundên Gurheyok, Olaş û Boxazê kirin, hem ew deverê tê topbarankirin û hem jî êrîşeke bijayî tê kirin.

Derwîş amaje bi wê yekê kir, niha 600 hezar kes li Minbicê û gundên wê dijîn û ji dema ku hatiye rizgarkirin ve jî dora 75 hezar koçber vegerane, ku di nava aramiyê de dijîn, ew jî dixwazin wê aramiyê têk bibin.

Derwîşa piştrast kir, ku grûpên operasyona Mertala Ferêt û artêşa Tirkiyê piştî Babê niha berên xwe didin Minbicê û ji aliyê rojavayê Minbicê êrîşan dikin.

Derwîş got jî, ew ne metirsî ne li ser çi aliyekî, lê heger êrîşî wan hate kirin ew ê bersivê bidin.

Derwîşa ew yek jî piştrast kir, ku hêzeke Hevpeymaniya Navdewletî li bakurê Minbicê li ser hêla Sacûrê di navbera Minbic û grûpên operasyona Mertala Ferêt de.