Hêzeke YNKê dest danî ser çend kêlgehên petrola Kerkûkê
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzeke bi cilên reş, ku li gor zêderekî ewlekariyê, ew ser bi Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ve ye, dest danî ser kêlgehên petrolê Nîgata û Terkîzeya Nû û komgeha komkirina petrolê AT1, ku li sînorê mihwerê Mela Ebdulah in û di bin desthilata hikûmeta navendî ya Iraqê ne.
Eqîd Şewqî Mihemed, ku fermandarê wê hêzê ye ti zanyariyek neda K24ê û got: “Bi fermana Wezareta Pêşmerge hêzên me çûne wê kompanyayê.” Wek bixwe jî gotiye: “Ti zanyariyek tune ye, tenê ferman cibicî dikin.”
Kêlgehên petrolê dikevin başûrê Kerkûkê, ku çend komgehên mezin yê petrolê li xwe digire û di bin desthilata Kompanya Petrola Bakur de ne, ku ji aliyê hikûmeta navendî ya Iraqê tê serperştîkirin. Ew kompanya hêla sereke ya veguhastina petrola wê beşê ye û di bin desthilata Iraqê de rojana 100 hezar bermîl hinarde bendera Ceyhanê ya Tirkiyê dike.
K24 pêwendî bi herdu wezaretan, Wezareta Pêşmerge û Wezareta Samanên Sirûştî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re kir, lê herduyan bêagahdarbûna xwe derbarê wê pirsê de ragihandin.
Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm daxwaz kiribû, ku pirsa birêvebirina petrola Kerkûkê li gor rêkeftinekê di navbera Hewlêr û Bexda û rêveberiya Kerkûkê be.
Jêderekî agahdar ji K24ê re ragihand, rêgirtin û ragirtina hinardekirina petrolê li wê navçê, bandorê li ser dabînkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê dike û ew budceya mehane ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bo birêvebirina karûbarên parêzgeha Kekûkê dide rêveberiya wî bajarî.
Bi gotina jêderekî berpirs di Kompanya Petrola Bakur, heta niha hinadekirina petrola wê navçê ya ku di bin desthilata hikûmeta Iraqê de ye, hatiye ragirtin û wê hêzê hemû karmendên wan kêlgehan şandine malê.
Serokê Komîta Petrol û Gazê di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de ji K24ê re ragihand, “Ew hêza ku hatiye, ti şêwirmendî nekiriye, em jî wek encûmen ti zanyariyên me derbarê wan tune ye.”
Li gor zanyariyên K24ê, ew hêz, hêzeke taybet in û cilûbergên wan reş in û îro destê sibê ji bajarê Silêmaniyê ve birê ketibûn.