Yildirim: Bila Minbic bikeve destê rêjîmê

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim dibêje, ew ne li dijî wê yekê ne, ku Minbic bike destê rêjîma Sûriyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim dibêje, ew ne li dijî wê yekê ne, ku Minbic bike destê rêjîma Sûriyê.

Binalî Yildirim îro ragihand, erdê Sûriyê yê Sûriyan e û ew ne li dijî wê yekê kontrolkirina rêjîma Sûriyê ji Minbicê re ne. Yildirim got ku, YPGê ew dever ji rêjîma Sûriyê re hêşt, ev kar jî ne xirab e.

Berî çend rojan Serokomarê Tirkiyê ragihandibû, ku ewê ji piştî Babê bikevin Minbicê. Roja 1 Adarê jî grûpên Mertala Ferêt bi piştevaniya Tirkiyê êrîşî gundên rojavayê Minbicê kirin.

Roja 2 Adarê jî Encûmena Leşkerî ya Minbicê di daxuyaniyekê de ragihand, ji bo parastina sivîl û bajarê Minbicê ji şer û pevçûnan û rêgirtin li pêş plana Tirkiyê bo dagîrkirina xaka Sûriyê, aliyê rojavayê bajarê Menbicê radestî hêzên rêjîma Sûriyê kirin.