Sê rojnamevanên keç yên K24ê li eniyên şer yên pêşî ne
K24 – Navenda Nûçeyan
Tîma rojnamevanî ya Kurdistan24ê, berdewam li eniyên pêşî, mil bi milê Pêşmerge romala hewal û hûrgiliyên şer dikin. Rojnamevanên jin ên Kurdistan24ê jî di her demekê de bi amadeyî û karîn erkên xwe bicih dianîn, di sexte û aloztirîn cih de jî karên xwe dikirin. Ew berdewam dibin û peyama medyayî ya Kurdistan24ê jî berdewam dibe.