Wezareta Navxwe: 740 PKKî hatine binçavkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand, 740 kes bi hinceta pêwendiyên wan bi PKKê re hene hatine binçavkirin.
Derbarê mijarê de Wezareta Navxwe daxuyaniyek nivîskî belav kir û da zanîn ku, li dijî PKKyê li 36 bajaran operasyonek berfireh pêk hatiye. Di encamê de 740 kes bi tohmeta pêwendiyên wan PKKê re hene hatine binçavkirin.
Wezaret herwiha diyar kir ku, meha borî jî 239 kes hatibûn binçavkirin ji wan piştî mehkeme 39 kes hatin girtin.