Wezîrê Derve yê Birîtanyayê nameyek bo Barzanî birê kir

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Boris Johnson bi boneya cejna Newrozê peyamek bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û gelê Kurdistanê bi rê kir û hêviya bihêzkirina pêwendiyên di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Boris Johnson bi boneya cejna Newrozê peyamek bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û gelê Kurdistanê bi rê kir û hêviya bihêzkirina pêwendiyên di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê kir.

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Boris Johnson di peyama xwe de pesna rola gelê Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê û pêşwaziya koçberên Iraqê kir û behsa serdana xwe ya berê bo Hewlêrê kir û got: “Hêvîdar im careke din serdana Kurdistanê bikim.”

Johnson nameya xwe ya bo Serok Barzanî, bi helbesta Pîremerd bidawî kir û nivîsiye : “Îroj sala nû ye, Newroz hatiye”

Deqê nameya Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Boris Johnson ya bo Serok û gelê Kurdistanê wiha ye:

“Birêz Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

Silavên min bo xwe, malbat û tevahiya gelê Kurdistana Iraqê qebûl bike.

Gelê Kurdistanê di sala borî de qehremaniyeke mezin di şerê li dijî DAIŞê de nîşan da. Gelê Kurdistanê pêşwaziya hejmareke mezin koçberên navxwe kiriye.

Hêvîdar im di sala bê de pêwendiyên di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistana Iraqê de kûrtir bikin. Gelek bîranînên min yên ciwan di serdana min ya berê bo Hewlêrê di sala 2005an de hene. Hêvîdar im careke din vegerim serdana Hewlêrê bikim.

Bi hêviya Newrozeke dilrevîn û pir aştî û saleke serkeftî ji we re dixwazim. Îro sala nû ye, Newrozê hatiye.”

Wezîrê Derve yê Şaneşîna Yekgirtî

Boris Johnson