Fûad Hisên: Pirsgirêka me bi hizra zorîne û kemîne re heye

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ji K24ê re ragihand, “Pirsgirêka me bi hizra nû ya behsa çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha zorîne û kemîne dike re heye. Heger danûstandin li ser vê bingehê be, ti karekî me ya hevbeş ligel Bexdayê namîne.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanda hevbeş a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi beşdariya nûnerê Serokatiya Herêma Kurdistanê gihêşt Bexdayê û ligel Serokê Komara Iraqê Fûad Mesûm civiya.

Ew Şanda hevbeş ku ji her yek Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên, Sekreterê Polîtbîroya PDKê Fazil Mîranî û endamê Polîtbîroya YNKê Ednan Muftî pêk tê, niha jî ligel Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cibûrî di civînê de ye.

Li gor zanyariyan, pirsa serferandûma serxwebûnê tewera sereke yên civînên şanda Herêma Kurdistanê ya ligel aliyên siyasî yên Iraqî ye.