Tirkiye: Bombeyên kîmawî li Idlibê hatine bikaranîn

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê da xuyakirin, hatiye tesbîtkirin ku di bombebarana Îdlibê de bombeyên kîmawî hatine bikaranîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê da xuyakirin, hatiye tesbîtkirin ku di bombebarana Îdlibê de bombeyên kîmawî hatine bikaranîn.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag da xuyakirin, bi şandên Rêxistina Saxlemiya Cîhanê (WHO) û nûnerên Dezgeha Qedexekirina Çekên Kîmawî, otopsiya kesên di kîmyabarana Xan Şêxon canê xwe jidest dane hatiye kirin.

Bozdag got, xebatên otopsiyê dawî bûne û nîmûne nîşan didin ku, rejîma Esed li Îdlibê çekên kîmawî bikar anîne.

Ji Îdlibê 32 kesên tûşî bihntengiyê bûbûn, ji Idlibê derbasî Tirkiyê bûn, ji wan 3 kesan canê xwe jidest dan.