Tenê ji % 3 MHPiyan gotine Erê!
K24 - Navenda Nûçeyan
Li gor rojnameya Hurriyet, ku serkaniya wê berpirsek bilind ê AK Partî ye, ku nave xwe eşkere nekiriye, MHP di hilbijartina referendûmê de tenê ji %3 dengên Erê da ye!
Wî berpirsê AK Partî diyar kiriye ku, nîjadperestên MHP di hilbijartina referendûmê de zêdetir dengê Na bikar anîne, ev yek ji metirsiyê wan bûn e.
MHP di hilbijartina guherîna Destûra Tirkiye ji bo Serokayetî de, wekî Partî xwe hevkarê AK Partî nîşan da, lê gelek aliyên di nav MHP de li dij vê hevkariyê derketin, metirsiya wan a mezin ew bû ku, sistema Serokayetî dikare rê li ber sistema eyaletan li Tirkiye veke.