Sûriye: Rûsya got, Amerîka êrîşa xwe dubare nake

Buseyna Şaban Şêwirmenda Beşar Esed dibêje, li gorî ku Rûsya ji wan re diyar kiriye, êrîşa Amerîka li ser Sûriyê nayê dubarekirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Buseyna Şaban Şêwirmenda Beşar Esed dibêje, li gorî ku Rûsya ji wan re diyar kiriye, êrîşa Amerîka li ser Sûriyê nayê dubarekirin.

Şêwirmenda Beşar Esed, Buseyna Şaban di hevpeyvînekê ligel kenala “Meyadîn” de ragihand, li gor ku Rûsyayê  ji wan re ragihandiye, êrîşa Amerîka ya li ser Sûriyê (Firoxaneya Şuayrat) hatiye kirin careke din nayê dubarekirin.

Buseyna Şaban got ew gûman nake ku Amerîka û Rûsya dixwazin şerê cîhanî ya sêyem enacam bidin. Tiştê ku bûye ew e, Amerîka dixwaze helwesta xwe li Sûriyê bihêz bike.

Buseyna Şaban tekez  kir jî, armanca Amerîka ji êrîşa wê li ser Sûriyê êrîşeke siyasî ye û bûyera hatiye kirin li ser Xan Şêxonê bûyreke çêkirî ye. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî di Hizêrana 2014an de tekez kiriye ku çekê kîmawî li Sûriyê nemaye.

Buseyna Şaban got jî, Sûriyê daxwaz komîtekê lêkolînê ji Rêxistina Qedexekirina Çekê Kîmawî û Amerîka kiriye. Ti mercên Sûriyê jî derbarê de tune ne, ji bilî Sûriye dixwaze kî di wê komîta lêkolînê de beşdar e.

Roja 4 Nîsanê, gundê Xan Şêxon û hin deverine din ji Idlibê bi çekê kîmawî (Gaza Sarîn û Klorê) hate bombebarankirin. Di encamê de bêhtir ji 100 kesî canê xwe jidest dan û bêhrir ji 400 kesên din jî birîndar û tûşî bihntengiyê bûn.

Amerîka ku rêjîma Esed bi wê komkujiyê tuhmetbar dike, roja 7 Nîsanê, bi fermana Serokê Amerîka Donald Trump, Amerîka bi 59 mûşekên Tomahok êrîşî firokxaneya Şuayrat ya li parêzgeha Humsê kir.