Ebadî ji gotinên Erdogan li ser Heşda Şabî dilgiran bû

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî rexne li Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan girt, ku “destwerdana karên navxweyî yên Iraqê dike”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî rexne li Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan girt, ku “destwerdana karên navxweyî yên Iraqê dike”.

Serokomarê Tirkiyê di hevpeyvînek telewizyonî  bo El Cezîre de diyarkiribû ku, “ Heşda Şabî siyaseta mezhebî birêve dibe û rêxistinek terrorist e“.

Ebadî di daxûyaniya xwe diyar dike ku “Heşda Şabî ligel Artêşa Iraqê sere DAIŞ dide û serkeftina bidest dixe. Heşd bi hêzên dewletê ve girêdayî ye û di bin fermana Wezareta Berevaniyê de ye. Em naxwazin Tirkiye destwerdanê di karên me yên navxweyî de bike”.

Herweha Wezareta Derve ya Iraqê, Balyozê Tirkiyê li Bexdayê jib o diyarkirina protestiyê bangê wezaretê kir.