Referandûm çarenivîsa navçeyên Kurdistanî yekalî dike

Piraniya navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê bi awayekî dîfakto vegeriyane ser bi Herêma Kurdistanê, lê serkirdayetiya siyasî ya Kurd dixwaze referandûmê li wan navçeyan were kirin, da ku xelkê wê bi xwe çarenivîsa xwe diyar bike. Piştre jî bi hevtêgihêştin ligel Bexdayê wê pirsê yekalî dikin.
kurdistan24.net

K24 – Kerkûk

Berpirsê Pêwendiyên Kurdistanî û Iraqê yên PDKê Elî Hisên ji K24ê re wiha dibêje: “Madeya 140 wek madeyeke destûrî heye, lê li ser erdê Pêşmerge û Kurdistan ew navçe rizgar kirin. Pêşmerge û Kurdistan li wan navçeyan e. Pêşmerge û Kurdistan û wan navçeyan diparêzin. Pirsa referandûmê jî pêwendiya wê bi nêrîna xelkê heye, li wan navçeyan encûmenên wan hene, loma divê ew xelk biryara xwe bide, beşdarî referandûmê bibin yan na.”

Serkirdayetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê di hewla encamdana referandûma serxwebûnê de ye, biryar jî daye çarenivîsa wan navçeyan û bi taybet li Kerkûkê xelkê wê biryara xwe bidin, vegerin ser bi Kurdistanê yan jî ser bi Iraqê ve bimîne.