Hêza Asayişa Reqayê hat damezrandin

Desteya Ewlehiyê ya Encûmana Reqayê ya sivîl yekemîn xuleya asayişê bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî û rêvebariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi dawî kir, ta ku parastina ewlahiya bajarê Reqayê piştî kontrolkirina wê bikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Derdora Reqa

Desteya Ewlehiyê ya Encûmana Reqayê ya sivîl yekemîn xuleya asayişê bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî û rêvebariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi dawî kir, ta ku parastina ewlahiya bajarê Reqayê piştî kontrolkirina wê bikin.

Bi alîkariya Hevpeymana Navdewletî û HSDê, Desteya Ewlehiyê ya Encûmana Reqayê a Sivîl yekemîn xuleya asayişê bi dawî bû, ev xule 7 rojan berdewam kir û hemî cûreyên perwerdeyê li ser destê pisporên Amerîkî dîtin.

Endamên perwerdekirî piştî kontrolkirina Reqayê dê parastina bajêr bikin. li gorî rêveberiya Desteya Ewlehiyê, ta piştî kontrolkirina Reqayê jî xuleyên din dê werin çêkirin, herwiha tekez kirin ku tevahiya endaman ji ciwanên Reqayê ne.

Encûmana Sivîl ya bajarê Reqayê di meha Nîsana borî de hate damezrandin, da ku herêmên kontrolkirî ji hêla HSDê ve bi rê ve bibin û saziyên pêwîst ava bikin û tevahiya civaka parêzgeha Reqayê di nava hêzên ewlehiyê û saziyên xizmetguzariyê de werin rêxistinkirin .