“Gelê Kurdistanê hevxemê gelê Brîtanyayê ye”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di riya Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê re peyama hevxemî û hevsoziyê bi gel û hikûmeta Brîtanyayê radigihîne û serxweşiyê li kesûkarên qurbaniyên bûyera terrorist a Londonê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro di peywendiyeke telefonî li gel Konsolxaneya Brîtanya li Hewlêr, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi Nûnerayetiya Serok Barzanî peyama hevxemî û hevsoziya Serok Barzanî ji bo gel û Hikûmeta Brîtanya bi Konsolxaneya Brîtanya li Hewlêr gihand ji bo kirdara terorîstiya bajarê London li 03.06.2017 ku hejmarek hemwelatî bûne qurbanî.

Di vê peywendiyê da Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê serxweşiyê li kesukarên qurbaniyan kir û tekez jî li wê yekê kir ku teror gefeke cîhanî û hemû aliyaneye û li vê rûdana terorîstiyê da gelê Kurdistanê hevxemê gelê Brîtanyaye.

Li gor zanyariyan, 3 êrîşberan li ser pireya Londonê bi riya otombîleke “Van” li xelkê dan û piştre bi kêran êrîşî xelkê kirin, ku 7 kes hatin kuştin û bidehan kes jî birîndar bûn.