Duyem ala Amerîkî li Girê Spî tê hildan

Duyemîn ala Amerîka li ser avahiya Gumrikê ya bajarokê Girê Spî li Rojavayê Kurdistanê hate bilindkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Duyemîn ala Amerîka li ser avahiya Gumrikê ya bajarokê Girê Spî li Rojavayê Kurdistanê hate bilindkirin.

Li gor ajansa “AA” ku ala Amerîkî li ser avahiya Gumrikê ya li Girê Spî hatiye bilindkirin, ku ew ala Amerîkî bi asanî ji gundê Akçakalê ya ser bi Rihayê ve tê dîtin.

Ev ne cara yekem e ku hêzên Amerîkî ala xwe li Girê Spî hildide, di 15 Îlona 2016an de, Peyamêrê K24ê li Girê Spî ragihandibû, yekîneyeke leşkerî ya Amerîkî derbasî nava bajarokê Girê Spî bûn û wê hêza Amerîkî aleke Amerîkayê li ser avahiya Rêveberiya Poste û Gihandinê hildane. Herwiha alek li ser deriyê sînorî û 4 alên din jî li ser pişta 4 malên gundiyan hildan.

Tê zanîn, di dawiya meha Nîsana borî de û piştî Tirkiyê navendên YPGê bombebaran kirin, hêzên Amerîkî bo çavdêrîkirin û şopandina rewşê, ji herêma Cizîrê û heta Kobanê belav bûn.