Rusya sentrala atomî bo Tirkiye ava dike

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn bi rêya telefonê pêwendî danin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn bi rêya telefonê pêwendî danin.

Hat destnîşankirin, Putîn bo Erdogan telefon vekiriye û derbarê du projeyên Tirkiyê yên di warê sentrala atomî û boriya gazê de agahî dan e.

Her weha, Putin spasiya Erdogan kiriye ku rê daye kompaniyên Rûsya li Tirkiyê kar bikin û daye xuyakirin, çawa hatiye plankirin, bernameya enerjiya atomê ya Akkuyu, dê dema xwe de temam bibe û di warê xeta enerjiyê de jî dest bi danîna boriyên bin deryayê hatiye kirin.