Barzanî: Gelê Kurdistanê bi riya diyalog û bi amrazên aştiyane berve serxwebûnê û misogekirina mafan diçe

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê Doglas Silêman û şanda pê re kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê Doglas Silêman û şanda pê re kir.

Di destpêka Hevdîtinê de, Balyozê Amerîka li Iraqê spasiya welatiyê xwe bo rola Serok Barzanî û Pêşmergeyên Kurdistanê di têkşikandina teroristên DAIŞê de derbirî û bi girîngî behsa hevahengî û hevkariya herdu aliyan di şerê terorê kir û tekezî li ser berdewamiya hevahengiyê kir.

Herwiha spasiya Herêma Kurdistanê kir, bo wê hevahengiya ku di operasyona azadkirina Mûsilê de ligel Iraqê hebûye û bilind nirxandina rêz û pêzanîna xwe bo Herêma Kurdistanê hebûye, ku di rewşa giran de pêşwazî li hejmareke mezin a penaberan kir û wek bihayekê bilind a mirovî binav kir.

Her di wê hevdîtinê de, behsa operasyona azadkirina Mûsilê hate kirin û ew nîgeranî jî hatin behskirin ku ji ber wê kiryarên li dijî rêkeftin û jihevtêgihêştinê encam dane û di pêşerojê de dibin sedema derketina pirsgirêkên mezin û metirsî li ser pêkvejiyanê li wê parêzgehê dike.

Di wê derbarê de Serokê Herêma Kurdistanê spasî û pêzanîna xwe bo gel û hikûmeta Amerîka derbirî, bo rola wan di şerê li dijî teroristên DAIŞê de û alîkarîkirina gelê Kurdistanê û Pêşmerge û ronî kir ku qonaxa piştî DAIŞê gelekî hestiyar e û pêwîst e rê li ber duberabûna wê zemînê re were girtin, ku bûne sedema serîhildana DAIŞê. Serok Barzanî bi bîra şanda mêvan anî ku berî destpêkirina operasyonê, me daxwaz dikir ligel hebûna plana serbazî, pêwîst e planeke siyasî û îdarî bo parêzgeha Neynewayê ji piştî DAIŞê hebûya, lê mixabin rêkeftin nebû û niha jî destpêkên pirsgirêkan derketine.

Serok Barzanî careke din tekezî li ser wê kir, ku heger di saya hevahengî û hebkariya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê û piştevaniya Hevpeyamaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîka de operasyona azadkirina Mûsilê bi têkşikandin û derkirina DAIŞê bidawî dibe, lê nemana DAIŞê li Mûsilê nayê wê wateyê ku DAIŞ û teror bidawî dibe, pêwîst e ew sedem nemînin ku DAIŞê serî hildan û teror bihêz bûn û divê pêkhateyên wê parêzgehê hest bi dilniyayî û parastina jiyanê bikin.

Her di wê hevdîtinê de, têr û tije behsa biryara gelê Kurdistanê bo encamdana referandûmê di 25 Îlonê de hate kirin û Serok Barzanî bi hûrî ew sedem ronî kirin, ku hêştine gelê Kurdistanê gavan berve referandûmê bavêje û tekezî li wê kir, ku gelê Kurdistanê bi riya diyalog û bi amrazên aştiyane berve serxwebûnê û misogerkirina mafên xwe diçe û ew jî bi nave rêgirtin li dubarebûna şer û giriftên nû. Di hemberê de Balyozê Amerîka hêvî xwast babeta referandûmê û pêwendiyên Hewlêrê û Bexdayê bi riya diyalog û jihevtêgihêştina herdu aliyan be.