Li Parlementoya Tirkiye ceza ji bo peyvên “Kurdistan û Amedê”

Partiyên MHP û AKP li ser guherîna rêziknameya parlamentoya Tirkiyeyê li hev kirin. Li gorî rêziknameyê parlamenterê ku sond nexwe, wê parlamenteriya wî neyê pejirandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

 Partiyên MHP û AKP li ser guherîna rêziknameya parlamentoya Tirkiyeyê li hev kirin. Li gorî rêziknameyê parlamenterê ku sond nexwe, wê parlamenteriya wî neyê pejirandin.

Piştî guherînên Destûra Bingehîn di referanduma 16'ê Nîsanê de hat pejirandin, MHP û AKP li ser rêziknameya Parlamentoyê pêşnûmayek amade kirin û li hev kirin. Guherîna rêziknameya rêvebiriya parlamentoyê ji 17 xalan pêk tê û îro rêziknameya nû pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê tê kirin.

Li gorî rêziknameyê cezayê pereyan ji peyvên wek 'Kurdistan' û 'Amed' re tê birîn. Di guherînê xalek din jî ewe ku parlamenterê sond nexwe, wê parlamenteriya wî neyê hesibandin. Ev jî parlamenteriya parlamentera HDPê ya Agiriyê Leyla Zana tîne hişê mirov.