Bi serperiştiya Serok Barzanî, nûnerên aliyên siyasî bo pirsa referandûmê dicivin

Nûnerên destnîşankirî yên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bo pirsa refarndûmê, bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dicivin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerên destnîşankirî yên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bo pirsa refarndûmê, bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dicivin.

Li gor zanyariyên ketine destê K24ê, piraniya aliyên siyasî nûnerên xwe bo komteyên referandûmê diyar kirine û beşdarî civînê dibin. Tenê Tevgera Goranê û Komela Îslamî hîn nûnerên xwe diyar bekirine.

Ev civîn piştî wê tê, ku piraniya aliyên siyasî yên Kurdistanê di civîna roja 7 Hezîranê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê biryar dan di roja 25 Îlona îsal de referandûma serxwebûnê Kurdistanê bikin û aliyên siyasî nûnerên xwe bow ê proseyê destnîşan bikin.

Niha ji bilî Tevgera Goranê û Komerla Îslamî ku beşdarî civîna meha borî nebûbûn, tevahiya aliyan nûnerên xwe diyar kirine.