Parêzerên Silêmanî, Helebçe, Germiyan û Raperîn piştgîriya referandûmê dikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzer û mafnasên parêzgehên Silêmanî û Helebçe û her du rêveberiyên Germiyan û Raperîn di daxuaniyekê de piştgîriya xwe bo encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê derbirîn.

Parêzeran daxuyaniya xwe di konferaseke rojnamevanî de xwendin û tê de ragihandin, ew wek parêzerên parêzgehên Silêmanî û Helebçe û her du rêveberiyên Germiyan û Raperîn piştgîriyê li referandûma serxwebûna Kurdistanê dikin û dengê “Belê” didin dewleta serbixwe a sivîl û demokratîk.

Herwiha parêzeran daxwaz ji gelê Kurdistanê kirin, ku bi berferehî beşdarî dengdanê bibin û bo mafê çarenivîsî dengê “Belê” bidin.

Parêzeran tekezî li ser wê yekê kirin, ku piştî derketina encama referandûmê, di demeke nêzîk de serxwebûnê rabigihînin.

Parêzer û mafnasên parêzgehên Silêmanî û Helebçe û her du rêveberiyên Germiyan û Raperîn amaje bi wê dan, dewlet ne ji bo take serkirdayekî û take partiyekî ye û ne ji bo wan tê avakirin û ragihandin. Serkirde tên û diçin, partî tên damezrandin û hilweşandin, lê yê dimîne gelê Kurdistanê û xaka wê ye.