Girtîgehên El Nusra

K24 – Navenda Nûçeyan

Li nêzîkî sînorê bi Lubnanê re, li devera Irsal girtîgehên rêxistina El Nusra ji medya re hatin nîşandan.

Di wêneyên ji alî rojnamevanan ve ji bo ajansên cîhanê re hatin rêkirin de, girtîgehên biçûk, ku zilmek mezin li girtiyan hatine kirin de xûya dibe.

Devera Irsal di çarçoweya deverên kêmkirina şer de, agirbest lê hatiye ragihandin. Lê çavnêr diyar dikin ku, alozî di navbeyna rejîm û opozisyonê de her berdewam in.