Ev terrorist- tewanbarê bûyera Barcelona ye

K24 – Navenda Nûçeyan
Polisê Ispanyayê ragihand, bi nav û wêne li tewanbarê kiryara terorî li Barcelona digerin. Ew terrorist bi nave Mousa Oukabir e û brayê Driss Oukabir e, ku li Ripoll hate girtin.
Heta niha 4 kes bi egera kiryarên terorî li Ispanyayê, li bajarên Barcelona û Cambrils hatine girtin.
Ligor polisê Ispanî heta 8 kesan dikarin destê wan di bûyerên terorî li Barcelona û Cambrils de hebin.
DAIŞ kiryara terorîstî li Barcelona girt ser xwe.
Heta niha di encama van kiryarên terorîstî li Ispanya de 15 kes bûn qurbanî, herweha 5 terorîst jî ji aliyê polis ve li Cambrils hatin kuştin.