Li Licê, otomobêlek bi bingeheke serbazî ve teqiya

Li navçeya Licê yê ser bi Diyarbekirê ve, bi otomobêleke bombekirî êrîşî bingeheke serbazî hat kirin û serbazek birîndar bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Licê yê ser bi Diyarbekirê ve, bi otomobêleke bombekirî êrîşî bingeheke serbazî hat kirin û serbazek birîndar bû.

Êrîş demijmêr şeşê sibeha îro li ser rêya di navbera Diyarbekir û Çewlikê de, û 15 kîlometran dûrî Licê çêbû.

Hat zanîn ku berî niha jî bi heman awayî êrîş li dijî wê bingeha serbazî hatibûn kirin, lewra tedbîrên tund hatibûn stendin û dîwarekî çemento hatibû avakirin, û vê yekê hişt ku ziyanên wê êrîşê kêm bin, û tenê yek serbaz birîndar bû.

Piştî êrîşê hejmareke mezin ji zirîpoş ji bo deverê hate şandin û di bin çavdêriya helîkopteran de, dest bi operasyona lêgerînê hat kirin.

Li gorî dezgehên medyaya Tirkiyê, ew êrîş ji aliyê xwekujekî ser bi PKKê ve hatiye encamdan.