Soylu: Operasyon dê bi tundî li dijî PKKê bidomin

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Silêman Soylu dibêje, ewê heya 20'ê Mijdarê êrîşên tund li dijî PKK bikin, û Zivistanê jî bê navber operasyonên xwe berdewam bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Silêman Soylu dibêje, ewê heya 20'ê Mijdarê êrîşên tund li dijî PKK bikin, û Zivistanê jî bê navber operasyonên xwe berdewam bikin.

Soylu li Trabzonê ragihand, ku operasyonên wan li hemberî PKKê bi hemû tundiya xwe berdewam dikin û diyar kir, ew bizavan dikin heya Zivistanê Partiya Karkerên Kurdistanê bêhêz bikin.

Li ser rexneyên ku firokeyên bêpîlot sivîlan dikin armanc, navhatî ew yek red kir û got, Tirkiye wan firokeyan bi derfetên xwe dirust dike û encamên mezin bi riya wan bi dest xistiye.

Herweha Soylu zelal kir, dema ku Tirkiyê firokeyên bêpîlot yên Îsraîlê bikar tanî, ti rexne nedihat kirin, lê niha bi derfetên xwe dirust dike û duyemîn welat e ku, wan firokeyan bi awayekî çalak bikar tîne.