Şêwirmenda Serokê Sûriyê: Rê nadin HSD bigihe armancên xwe

Şêwirmenda Serokê Sûriyê Buseyna Şaban dibêje, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gelek deverên DAIŞê bê şer kontrol kirine û ew rê nadin HSDê bigihe armancên xwe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmenda Serokê Sûriyê Buseyna Şaban dibêje, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gelek deverên DAIŞê bê şer kontrol kirine û ew rê nadin HSDê bigihe armancên xwe.

Buseyna Şaban di hevdîtnekê li gel kenala El-Menara ya Libnanî de raghand, ewê şerê her hêzeke leşkerî ya ne rewa li ser axa Sûriyê bikin û di nav de jî hêzên ku emerîka piştevaniya wan dike wan, heta ku xaka Sûriyê ji wan bê rizgarkirin.

Amaje bi wê yekê jî kir, HSD dixwaze dest dane li ser zeviyên petrolê û niha cihên ku DAIŞ jê derdikeve, ew dadigre û li gelek cihan jî DAIŞ şer nekiriye.

Şêwirmenda Serokê Sûriyê got, armanca HSDê ya veqetandina Sûriyê bi ser neket û ew wek hikûmeta Sûriyê qet nahêlên xwestekên HSD bich bibin.

Serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed Ebû Xewle jî ragihandibû, Encûmena Leşkerî rê nade hêzên rêjîma Sûriyê çemê Ferêt derbas bikin û hewla kontrolkirina rojhilatê çem bidin.