Barzanî bo xelkê Soranê: Devera we sengera pêşî ya redkirina dagîrkîrî û bindestiyê ye

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî spasnameyek arasteyî xelkê devera Soran kir û tê de ragihand, we bi çoş û amadehiya xwe ye berfereh, referandûma xwe encam dan û ji hemû cîhanê re ragihand, ku hûn serxwebûnê dixwazin. We çespand ku devera we wek berê mekoyê şoreş, sengerê pêşî ya redkirina zulm, dagîrî û bindestê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Deqa spasnameya Serokê Herêma Kurdistanê:

Pir bi dil spas û pêzanînên xwe pêşkêşî we yên azîz û niştîmanperwer dikim ji bo wê beşdariya berfireh û pir bi coş ya li civîna cemaweriya roja çarşem 20.09.2017. Coşiya we peyamekî rûn bû ji bo navxwe û derve ku gelê Kurdistanê bi yekrêzî û yek dengiyê ve berev armanca xwe hengavan davêje. 

Ew civînên cemaweriyên li rojên derbasbûyî de birêveçûn û hawara pir bi dilê cemawerê Kurdistanê ya ji bo serxwebûnê, bi xwe referandûmeke û niha hemû cîhan têgihîştiye ku gelê Kurdistanê bindestî red dike û dixwaze serbixwe bê. Cemawerê xweşdiviyê Kurdistanê we bi hemû hizb û aliyên siyasiyan re got ku serxwebûn sêwaneke ji hemû reng û bîr û dîtinên siyasiyan kom dike û ala Kurdistanê bilind radigrin. 

Ez piştrastim roja 25.09.2017 bi heman coşiyê mizgîniya serkeftin û serxwebûnê didin şehîdan û bi serbilindiyê ve rû li şehîdan dikin û dibêjin: Êdî bindestî bi dawî bibe, dema serxwebûnê ye. 

Li vir da bi pêwîstî dizanim spasî hêzên Pêşmerge û hemû dezgehên îdarî û emnî û polîsên hatin û çûnê bikim ji bo hevkariya wan li parastina asayîşa xelk û baştir birêveçûna wê civîna cemaweriyane.

Her şad û serfiraz bin 

Mesûd Barzanî
21.09.2017