“Ti biryar ji bo rawestandina bazirganiyê û girtina sînor li gel Kurdistanê derneketiye”

Nîhad Zeybegçî ragihand: "Pêwîst e bandora referandumê li ser pêwendiyên bazirganî di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de nebe" û diayr kir ku "Pêwendiyên abûrî û bazirganî di navbera herdu aliyan de berdewam in û ti guhertin çênebûye."

K24- Navenda Nûçeyan

Wezîrê abûriya Tirkiyê Nîhad Zeybegçî ragihand: "Pêwîst e bandora referandumê li ser pêwendiyên bazirganî di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de nebe" û diayr kir ku "Pêwendiyên abûrî û bazirganî di navbera herdu aliyan de berdewam in  û ti guhertin çênebûye."

Nîhad Zeybegçî ji rojnameya Hurriyet a Tirkiyê re got: "Tenê behskirina sizayên abûrî ji bo Tirkiyê metirsiyê çêdike û heya niha ti biryarek ji bo rawestandina bazirganiyê li gel Kurdistanê derneketiye."

Zeybegçî eşkere kir: "Di civîna roja 22/9/2017an de ya encûmena asayişa netewî ya Tirkiyê, ti biryarek ji bo danîna sizayên abûrî li ser Herêma Kurdistanê nehat dayin, ji ber ku danîna sizayên abûrî ji aliyê dewletekê wek Tirkiyê ve ku dixwaze bibe navendeke giring ji bazirganiyê re, wê karekî gellekî "metrisîdar be".

Navhatî tekez kir ku: “Bihevguhertina bazirganî di navbera Tirkiyê û Iraqê de bêtirî 8 milyar dolar e û di navbera Tirkiyê û Kurdistanê de 2.5 milyar dolar e, hejmareke mezin ji bazirganên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê kar dikin û hikûmeta Herêma Kurdistanê bi qasî 1.8 milyar dolar deyndara bazirganên Tirkiyê ye, dorpêça abûrî jî li ser Kurdistanê wê bibe sedema rawestandina karên bazirganî û şandina kel û pelan."