Perlematerekî HDP: Nabe kes destwerdanên di karên Herêma Kurdistan de bike

Perlemanterê HDPê yê Mêrdînê Mithat Sancar diyar kir ku ne ji mafê ti welatî ye destwerdanê di karûbarên Herêma Kurdistanê de bike.

K24- Navenda Nûçeyan

Perlemanterê HDPê yê Mêrdînê Mithat Sancar diyar kir ku ne ji mafê ti welatî ye destwerdanê di karûbarên Herêma Kurdistanê de bike.

Mithat Sancar ji rojnameya Evrensel ya Tirkiyê re got: “Herêma Kurdistanê perçeyê herî nêzîkî serxwebûnê ye. Kurdistanê ev pêvajo daye destpêkirin, dê bandor û encamên vê çêbibin.”

Sancar diyar kir ku destwerdan di karûbarê Herêma Kurdistanê de, wê were wateya dagîrkirinê û got, ev mijar di nava xaka Iraqê de ye, mafê Tirkiye û Îranê nîne destdirêjiyê bikin.

Navhatî zelal kir ku dibe Îran bi riya Heşda Şeibî li Kerkûkê destwerdanê bike û got: “Ez destwerdana Tirkiyê ya serbazî di Herêma Kurdistanê de rast nabînim û bawer nakim tiştekî wisa çêbibe.”