Erdogan: Pêwîstiya me bi Yekîtiya Ewrûpa nî ne

Erdogan got ku, di rastiyê de pêwîstiya me jî, ji YE nemaye. Lê, em bi xwe vê proseyê nerawestînin

K24 – Navenda Nûçeyan

Vekirina dema nû ya Parlementoya Tirkiye îro destpêkir û Serokomar Erdogan axaftina vekirinê kir.

Di axaftina xwe de Erdogan liser pirsên rojeva Tirkiye rawestiya, dinav de Referendûma serxwebûna Kurdistanê û pêvajoya endametiya Yekîtiya Ewrûpayê (YE). Erdogan dîsa rexneyên xwe li pêkanîna referendûma serxwebûna Kurdistanê kirin. Li aliyek din Erdogan rexne li Yekîtiya Ewrûpa û Amerikayê jî kirin.

Ligor Erdogan Yekîtiya Ewrûpayê gûh nade Tirkiyeyê û ev helwêsta YE bi şaşîtiyek mezin binav kir. Erdogan got, Tirkiye ji sala 1963an ve daxwaza endametiya YE kiriye, lê heta niha negihiştiye tu encamê. Got ku, di rastiyê de pêwîstiya me jî, ji YE nemaye. Lê, em bi xwe vê proseyê nerawestînin.