Tan: baştirîn çareserî Dewleta Federe ya Kurdistanê ye

Altan Tan bi taybetî liser rewşa Kerkûkê sekinî û diyarkir ku: “Li Tirkiye yên liser Kerkûkê diaxifin, Kerkûk nedîtin e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementerê Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) ê Diyarbekrê Altan tan di daxûyaniya xwe di Parlementoya Tirkiye de rexne li siyaseta Tirkiye, Îran û Iraqê beramberî herêma Kurdistanê girt. Destnîşankir: “Behsa çi dikin? Ma li Iraqê dewletek yekgirtî ma ye. Iraq di pratikê de 3 perçe ye.”

Altan Tan bi taybetî liser rewşa Kerkûkê sekinî û diyarkir ku: “Li Tirkiye yên liser Kerkûkê diaxifin, Kerkûk nedîtin e. Min gelek caran seredana Kerkûkê kiriye. Ew di dema Saddam de neçûne, di dema Ebdilkerîm Qasim de ne çûn e, di dema Qral Feysel de ne çûn e, niha rabûne behsa Kerkûkê dikin. Nizanin û dipeyivin!”

Tan got, ger projeyek û pêşniyarek Tirkiye hebe, bere rabe pêşkeş bike. Baştirîn çareserî jî, Dewleta Federe ya Kurdistanê ye. Di vê dewletê de Mûsil, Hewlêr dikarin bibin herêmên federe û Kerkûk jî herêma taybet a federal.